معرض

Gelî : Hozanvan û nivîskar û rewşenbîran pênûsan bişkînin !!


Vestîvala’ 17′ mîn ya Helbesta kurdî

             Her sal rojek ji vê vestîvalêre heye di nav kurdên sûryêde , ev vestîval jî bûye mîna cejnekê ji gelek helbestvan û nivîskar û torevan  û kesên heskirinê rewşenbîriyê , û heger pêknewê ji wan kesanre dibê derid û êşandin !! .

Sala Îsal 2012 de newekî tu salan bû hişkere bû ne mîna salên li xirabê reş û mûse gewra*

Em karin bêjin komîta amedekar du biryarên durrist û di cihê xwede sitandibûn yek roja vestîvalê 28 – 10 – 2012de Roja koçkirina mîrrê helbesta kurdî cegerxwînê hessarî , biryara duwem cihê vestîvalê’ Dêrika Hemko’ ev bajarê kurdî yê kevin , çaxê ku merov di celdên wîre bi rêve diçe car-carna çavê merov li zinarê cûdî dikevê wê kêlîkê hiş û ramanê merov dûr diçê û  dikevê nava rêçikê dîrokêde , çîroka keçika çil kezî , karwanê ser pirra bafê , û efsena milletekî dîrokî tê nê bîra merov ………. çaxê merrov li vî bajarî di rawestê û li hawîr dorê xwe di nerê merrov bi bê dengiyek hundirî xweş di hisê , û çaxê merrov jê derdikevê û li paş xwe di nerê çiyayê cûdî mîna parêzvanekî bajar hembêzdike .

Çaxê em gihiştine nava bajêr ew wênê berê winda bûn !! û bêhna nakokiyek reş jê barî ser girtina behzat dorsin , tevlî ku cihê vestîvalê xweşbû , di gulîstana xaringehê de bû _ silav û rêz ji xwediyê wêre _ lê wêneyê wî ewrê reş ji bîr nediçû ??

Tevlî ku vestîval di salêde careke , lê gelek kêmatî xuya bûn ji wan :

Yek- ji 39 Helbestên hatin xwendin li dor 15 an ji wan bi rêk û pêk bûn çi ji aliyê gotin û hevokê û çi ji aliyê ristinêve , û çi ji aliyê nûbûn û kûrbûnê ……. . tê xuya kirin ku gelek helbestvanên me guh nadin xwendin û nivîsandinê bo wilo sivik bûn û sere-sere di Helbestên wande hebû ‘ divê Hesip berî şer têr êm bin , ne di şer tenêde ‘ .ji ber nivîsandina Helbestê xwedineke zor jêre divê .

Du- kêmbûna Helbestvan û nivîskar û rewşenbîran , didê xuyakirin ku em kurd ji tiştê baş hes nakin !! gerek bi hezaran li vestîvalên wiha beşdarbûbane .

Di dawî de vestîval bi kêmatiyê xweve bi xweşî derbas bû , û gelek ji armencên xwe pêk anîn , û em bi hêviya vestîvalek xweş di welatekî Azadde Sala werê .

Lê çima min bangî rewşenbîr , û Helbestvan û ……  pênûsê xwe bişkênin , ji ber hate gotin çaxê em di hundirde bûn du xortên nûhatî rahiştibûn Alekê !! û em pirotesto dikirin !!? û di gotin: ew kesê di hundurde ne mêrin !! Ez bi xwe gellekî kenîm û min got : bi xwedê min bi xwe gelek qurmikê simbêla dîtin lê mêr bin ne mêr bin ez nizanim !! lê  min xwesit yekî me ji hêla” xerbiya ” bersiva wan bide?! .

*Mûsegewra û xirabê reş du gundê mene li herêma Aliyane

Du Salan li pey hev mihrecana Helbestê hembêzkirin, û

Rêgîmê bi sedema wiha gelek xortên me êşandin .

Welat Şêro

Advertisements
بواسطة shababkurd نشرت في Kurdi

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s