معرض

mahmudê xelîl‎ – Rih u rûh


Mahmûd ê xelîl.

mahmudê xelîl‎

mahmudê xelîl‎

 

Ereb di zimanê  xwe de, ji gotina- rih-yan jî –ra– a kurdî ,dibêjin –rûh-,wekî ku di qur’anê de hatiya diyarkirin, u, hem lêkolînvanê  i’slamê  jî dane xuiyanîkirn, ku gotina –rûh-ma’na- wê ne diyare, u naskirna wê li cem xwedêye.

“gave -mirovek ji dostê pêxemberê islamê- dipirê:gelo- ma’na- peyva- rûh-çiya..!?, bersiv tê dan, ku, nasîna vê peyvê li cem xwedêye.

Bi vî rengî ev peyv ketiya nava çanda e’rebî de, u, tanî roja îro di dome.

Ev nasîna çewt- ji vê peyvêre- şaşiyeke mezin daiye  ser raman u “felsefa” naskirna kesaiyta mirova, tê wê watê ku merev kiriye du parçe , parçek jê-rûh– u parçê din- gewd-

gewd bi e’rdê ve girêdaî ye u –rûh-bi azîman ve -xwedwê-ve  girêdaî ye, lewma em di bînin ku çawea mislman tu “qîmet ê” nadin – gewd- u xweşiya jiyanê, u her tiştî dikin gorî  ji bo-rûh- ê xudaiy.

Em ê werin ser peyva- rih-( a li  hemberî peyva “rûh”) di zimanê  kurdî de, gelo ev peyv, ji kû hatiye.? ú, bingha wê ji kú derketiye ?.

Roj yan jî ro di zmanê  kurdî de xwiyaye,ku cihekî  giring digre.

gava roj derdigeve, u çiruskên xwy ê zerîn berdide her aliyê cîhanê, u, dibê, sembola jenandina  jiyanê -livandinê dixê jiyanê- şin ú şînkayyê peyde dike- u rû’ê  e’rd’ê geşu xweş dike.

Gava sal bi baran bê, kurd di bejin, e’rdê rewa girt ,yan ji bi rewa bû,u dar u hemî şînkay, ra‘aê xwe –rihê- kûr berdidn binê e’rdê.

Gava mirov,ji xew radibe, di live , diçe karê xwe ,helpet wê bi weste, ne çar di mîne,dawiya rojê, ku di be şev, wê  xwe ramdînê- vezîlêne –rawistîne, u di xew ve diçe – ra dikeve.

Roj ,mirova bi ronahî dike, u riya qenciyê u ne qencyiê pê di de nasîn,u mirova wêrek u zane dike, ne weke şevên tarî wî ne wêrek dike.

Gava mirov -di jiyana xwe de- bi ser dikeve, u armanceke xwe pêk têne, rû’ê wî xweş u geş di bê.

roj’ê çirûskên xwe’y zerîn berdaya nava mirovan ,mêjî bûiye çihê ramiyarryê u bîr anînê, u gewdê wî di nava xwe de bi sed ra u damara  di hilgire.

Damar u ra‘ên di gewdê mirov de di livin, ji bilî van ra u damara, mirov nikarê  bilive u  jiyan bike.

bi roj, yek ji me riya xwe nas dike u di bîne bihtir bi şevê, ji ber, şev tariye u bê ronahiye.

nav u gotinên grêday bi peyva-roj-ê re -di ziman’ê kurdî de- pirrin,wekî;raman,roken,ronî,rubar, ruhing,rugeş….uwh.

Li gorî vê lêkolînê, em di nêrin, ku peyva –rûh– nêzî peyva –rih– a di zimanê kurdî de, u tê xwiyanîkirin ku ev peyv cidwe buiye ji peyva –rih- ra- u bi guhertineke piçûk,ketiye nav zimanê e’rebî.

Wek tê zanîn, ku, di zimanê ê e’rebî de, peyva –rûh– nayê parçekirin, u, tú peyvê din jê nayên veqetandin, u hem zanistiyê zimanê  e’rebî jî – di rûnin- ,ku peyva –rûh– ne ji zimanê  e’reba ye, u peyveke beyaniye.

 

 

 

 

Advertisements
بواسطة shababkurd نشرت في Kurdi

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s