معرض

Civat li mala Pîr ye .. ü Pîr li mala cîrane di gerihê!


Hengî serpêhatî ü sergêjî di dîrokê de bi serê Kurdan hatine, a wan gelek Methelok u çîrok li ser wan gotine ü weha jî ew berdewam bune li ba Nevî ü nevî çirçirkên wan jî ta niha.

Mihamad Mihamad

Mihamad Mihamad

Ev Metheloke Pîrê ü gere wê ya vala ü sêhrekî, yek dikarê bêjê îro jî bi giŞtî li ser Berpirsiarên Partî u Grupên Kurdistana Rojava di kevin cihde.

Wek tê zanîn, ku ev ji dore 18 heivan ve Serhildan ü ŞoreŞa Gelên Suriyê pêketiye dijî Recime baath e Diktatur ü Şovinist bo anîne Azadiyê u Demokratiye li Suri, ü di vê hawiyê de RewŞek zêrîn bo Gelên Suri bi giŞtî ü bo Gelê Kurd bi teibetî hatiye, ku ev cara yekemîne RewŞek weha ji dema Şerê Cihana yekê ve peide bu ye. Di vê Dema wissa de, helbet tê xwestin ku hemu Grup ü Hêzin RewŞenbirî ü Politikîyên Gelê Kurdistana rojaava têkevin nav ceng u Xebate Netewî de ji rexekî, ü ji rexê dî ve pir tê xwestin ku Berpirsiarên van Grupan xwe gelektir bisuxirênin di navbere Gel de ü ku karibin Gel bêhtir organize kin ü Grupên Mil iŞia ü PêŞmergê chekdarî damezirênin li wêdê, da ew jî wek LaŞkerê suri azad Herêm ü Gelê Kurd di vê demê de u di roje pêŞê de bi parêzin ü da piŞtî ketine Recimê Hêza Kurd têkevê bala Dijmin u Hêzin Navnetewî de jî bo Pirsgirêke Suria pêŞe rojê, ku Gelê Kurd tê de karibê Mafên xwe yên Charenusî biriardê.

Lê mixabin, berevajî vê yekê, ku ew berpirsyarên Kurd di vê deme Giring de bi wê yekê di nav Gel de li Kurdistana Rojava rabin, gelek ji wan chune li Kudistana BaŞur runiŞtine u dixun u divedxun li ser hesabê Buca ye Gelê Bashur, u bê ku ew werin tahqibatkirin ji hêzên ewlekariyên Recime Suri ve jî, ji rexekî ve, u ji rexekî di ve tevî ku gelek hevalên wan zuva u ji wan bêhtir u zaniter li wir u li Diaspurê karin bi pêwendian bi hêzên Kurdistanî u Navnetewî jî rabin!

Tenê ji bo hinek tiŞtên madî u wecahiyên vala ü ji bo rolê nedin wan hevalên xwe ü da serê xwe ne êshênin bi Gengê ü Xebatê di Kurdistana Rojava de,  ew Berpirsiarên Kurd li wir di runihin ü dirazihin, di vê dema ku ji Şenssekî bash hêza PYD pir xebat u pêshmergan ü MiliŞia pêktênê ji aliyekî ve, ü ji aliyekî di ve gelek Bajar ü Deriyên tixobên Kurdistana Rojava kirine bin Kontrole xwe de ü xwendine Zimanê Kurdî di gelek dibistanan de fermî kirine. Di van Xalên giring de, helbet tê xwestin ku ew Grup ü Partiyên Kurd e din jî pêŞmerge ü dezgihên laŞkerî ü xwendine Ziman çêkin, da hêz ü hijmare PêŞmergên Kurd pirtir bi bê ü karibê bi pêwestiên niha u pêŞe rojê rabin. Her weha, ü ji van sedeman ü pêwistiyan du behrên Gelê Kurd e rojava arikariye hêz ü PêŞmergên PYD di kin, ji ber ku ew di Erdê de xwe pir di suxirênin u Xwert dikin ü weha jî Gel ji wan bawer dikê, ku ew parastin ü mafên wî Netewî pêkbinin, di vê deme ku tê xwiyakirin, ew Partî ü Grupên Kurd e din, ni karin chend PêŞmergan peide bikin; ü heger PYD jî wek wan bi kê, wê Gelê Kurd disse ti feide bash ji vê RewŞe zêrin ne kê ü ti mafên Netewîyên fereh ü giring bi dest ne yê xê! Lê wek hate gotin berî niha jî, ev yek ji Şenssekî hêja ye ku Hêzên PYD di vê Kêliya giring ü nazik de, li gorî taqete xwe pêkhatîne; ü ji van sedeman jî Recime Tirkiye Şovinist hewil di xwe ku Planin lewitî dijî wan hêzan ü Mafên Gelê Kurdistana Rojava pêkbinê.

Lewre pêwiste, ku hevalên wan Berpirsiarên Kurd Rexin u Zextên mezin li wan kin, da ew jî di vê deme hêja de bi wacib ü role xwe rabin, ne bazdin ü li duv Bercewendiyên xwe shexssî bikevin, yan jî baweriyê li ser wan rakin, berî ku ev deme pak ü gesh disse vala derbas bi bê.

 

Mihamad Mihamad – Almanya/Dortmund

E-Mail: mawar@hotmail.de

Advertisements

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s