معرض

Komela Subartu û Şûnmayên Tell Brak‎


Mamoste Brahîm Ebbas Brahîm, di roja 16.10.2012an de, simînarek di bin navnîşana Şûnmayên Tell Brak de, li Hola Kongiran,lidarxist.

Di destpêkê de cihê “Gir” daxuyand, ku ew li Cezîrê, di nabêna Qamişlo û Hesekê de ye. Dûvre çend wêneyên Gir ên cûrecûr berçavî temaşevanan kir.

Li ser giringiya Gir got, ku ew dîroka Cezîrê di xwe de kurt dike; çiku ew pir bi naveroka xwe, bi şûnmayên xwe dewlemende.

Qûnaxên vekolanên di Gir de:

– Piyêr Bwadbard salên 1927-1928.

– Maks Malewên salên 1937 – 1939.

– David Awts; şandeke Britanî bi navê Zanîngeha London 1976.

Dûvre li ser dîroka Gir a ko di vekolanan de xuyabûye, û qûnaxên wî axifî, wek:

* Bîndarên ko di hezarsalên 6 û 5an derketine berçav kirin.

* Tell Brak di hezarsaliya 4an û qûnaxa Orok de.

Di virde li ser dîtina avahiyeke fermî hat rawestandin ku ew ne “qesr”e û ne perestgehe, ji ber ko muhrên ko hatine dîtin tev wêneyên şêr li ser wan e, û ev jî destnîşaneke ko avahî fermî ye; ango ya “hikûmetê”ye.

Perestgehek bi Perestgeha çavan jî di vê qûnaxê de hatiye dîtin, sedema vê navlêkirinê jî ewe ko pirr peyker\pût hatin dîtin û tev jî çav di wan de gelekî berz bûn; ango giringiyeke taybet dabûn çavan.

Weha jî li ser serdema tuxmên sereta û seredema “Nînewa 5” 2900 -2350 B.z. Seredema Ekkedî 2350 – 2200 B.z, ko deqin hatine dîtin û di wande li ser têkiliyên Orkêş û Nagar (navê Gir ê kevn) weke hevpeymanekê hatiye.

Simînar hat dewlemendkirin bi gelek nexş û wêneyên ko di Gir de hatin dîtin, weke: firaxên (den,sênîk, tasik…) ji axê çêkirî û xemlê qîzan çi ji zêr û çi ji zîv, yan jî ji kevirên buha. Li gel tiştin ko ji vî girî pêve li ti deran nîne.

Simînar bi vekirina deriyê pirsan û nerînan hat bidawîkirin.

 

Bo zanînin bihtir, vegere:

www.facebook.com/subartukomele

 

Bo danûstendinê bi komela Subartu re:

subartukomele@hotmail.com

 

Advertisements
بواسطة shababkurd نشرت في Kurdi

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s