معرض

Gotina hevreza ciwanen girke lege di vekirina nusingiha encumana nistimani kurd li girke lege


Amedeyên berêz

Miletê hêja û qedir bûha

Keç û xort … çirîskên ronahî û azadiyê di jiyana miletan de .. agirên ŞoreŞê .

pîrozbe li we û me

 pîrozbe li Miletê Girkê legê û gundê deverê  , vekirina nivîsgeha ENKS,    nivîsgiha derî wê  vekirî  ye  ji her welatparêzê  ku bixwazê karekî ji bo kurdîtiyê bike .

 Miletê hêja .. Şoreş berdewame di welatê me de , bêtir ji salek û heşt mehan de , û em wek xortên  kurd  , bi dilgermî  û mêrxasî ji despêkêde  ,  û ji berî gelek bajarên  sûrî    ,  tevlî serhildanan  bûne ,  peya bûne  cad û kulanên  bajarên  xwe   , bi dengek bilind   , bi ketina rijêma zalim û setmkar bangkirine  ,  daxwaza mafên  miletê xwe kirine .

Belê ev mêrxasî û mêranî ne tenê ya îro ye   , yan ya 2004 ye , lê ya dÎîrokek dûr û dirêje , ji kawayê hesikar heta îro ye .

Li ser xaka kurdistanê gelek Şer û ceng bûrîne  , Şerê hebûn û tineûnê û gelê me  gelek zehmetiyên zor û dijwar kişandine ,  li çol û çiya û li hember hemû rengên  Şewat û kuştin û komkujî û enfal û napalimê , me dev ji war û welatê xwe berneda û me li berxweda û her dem em  li  hêviya hilata roja azadiya welatê xwe bûn .

Ev mêrxasî û xurtî  ji dîroka salan li her çar parçên kurdistanê , dîroka leheng û zane û serhildan û berxwdana Şêx Se‘îd ê Pîran , QadÎ Muhemed û berzaî û Şêx maeŞuqê xiznewi .

Em wek miletek  kurdistanî li ser xaka vî parçê kurdistana surî , em dibêjin partiyê me cihê rêz û hurmetê ne ji ber karîbûn hebûna me biparêzin û  ,   li ber xwe bidin , dijî û setemkarên di ser  vî welatî re  derbas bûne ,  û bi taybetî  rijêm a b‘asê Şofînî ya  xwestî bi hemû renga me tune bike ,  nasnamê me ji me  sitandin , em di welatê xwe de biyan û ecnebî hiştin , zinarek ErebÎ li me pêçandin , zimanê me qedexe kirin , em avêtin zindanan , em kuştin û hîn me dikjê

Lê bi kar û xebata mêrxas û mêran wek Osman Sebrî û Noredîn Zaza Kenan ê Egid wek Şepal û mişel Nesredîn û ciwan Şêrzad û Mehmûd û Farûq dîrokek dirêj û bê dawî ji berxwedan û serhildanê û zincîrek dirêj ji  kerwanek bê dawî ji pakrewanên  xwe kirîn qûrban û canfidayê azadiyê .

Ji ber vê dÎîrokê em dibêjin partiyên xwe  ,   heger rijêma bas û ezezitiya kesane em kirine bîst parçe , îro di vê  qonaxê   de û ŞoreŞek berdewam , bila serpêhatiyê dîroka serhildanên me li ber Çav bin,  bila di doza welat û azadiyê de cudabûn navbera partiyan de nebe û armanca me kurdayetî û  mafê gelê me be .

 

Wek nemir qadî muhemed gotî :

Miletê  hêja nebin dostê neyar û dijminê  xwe , xwe arzan nefirşin , dijmin bi çi deng û rengî nabe  dost û heval , bi yekîtiya xwe hûn ê bighên mafê xwe .

 Miletê hêja li ser singa her yekî ji me nivîsandiye bijî azadî bijî Kurdistan .

Û serkeftin ji bo Şoreşa welatê me Sûrya  .

الهيئة الاعلامية تنسيقية شباب كركي لكي

 

Advertisements
بواسطة shababkurd نشرت في Kurdi

اترك رد

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

WordPress.com Logo

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   / تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   / تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   / تغيير )

Google+ photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google+. تسجيل خروج   / تغيير )

Connecting to %s